Serrûpel Nûçe 5. Şanda BDP peyama Ocalan xwend

5. Şanda BDP peyama Ocalan xwend

Belav bike

Şandeya 5. a BDPê, îro çû Grava Îmraliyê û hevdîtin bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk anîn. Şande ji Parlementer Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk hat û her du parlementera qasî seetek û nîvê bi Ocalan re rûniştine. Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, ji ber ku li Ewrupaye, beşdarî hevdîtinê nebû.
Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, piştî li gravê vegerê, li Stenbolê peyama Ocalan xwend.
Peyama ku Ocalan şandiye wiha ye: 
Gelê Qedirbilind yê Tirkiyê; pêvajoya çareseriyê a aştî û demoktîk a ku em dijîn, bi hemû hesasiyeta xwe dewam dike. Ez him ji bo bêçalakîtiyeke mayînde û him jî bona ku pêvajoya xwe vekişînê pêk were, di nav xebateke kûr de me. Ez dikarim vê bibêjim ku, em niha di qonaxeke hîn hêvîxurt de ne. Xebata ku di vê çarçoveyê de em dimeşînin, di nav çend rojan de ez ê bi gelê Tirkiyê re parve bikim. Ez spasdariya xwe pêşkêşî hemû kesên ku ji bo pêvajoya çareseriyê keda xwe dirijînin dikim. Bi baweriya xwe a bi aştiyeke adil, demokratîk û wekhev, herkesî slav dikim.”
Piştî xwendina peyama Ocalan, Sirri Sureyya Onder anî ziman ku, nameya Qendîlê gihaştiye destê Ocalan û wê heta çend rojan binirxîne û bi rayagiştî re nirxandina xwe eşkere bike.

AVESTA KURD