Serrûpel Nûçe Şaredarê ku tîpa W bikaranî hate girtin

Şaredarê ku tîpa W bikaranî hate girtin

Belav bike

Li navçeya Rihayê li Wêranşarê, di sala 2010 an de ji aliyê Dadgeha Cezayê Esliye a Wêranşarê ve bi hinceta, “li dijî
zagona elifbayê derketiye” di derheqê Cîgirê Şaredarê Wêranşarê Kemal Kodin de doz hatibû vekirin. Di wê dozê de, dadgehê, bi sedema ku tîpa “W” a ku di elifbaya Tirkî de tine bikaraniye, 2 meh û nîv cezayê girtîgehê ji Kemal Kodin re birîbû. 
Di bergeha vê dozê de Kemal Kodin hate girtin û ew xistine Girtîgeha Akçakaleyê.
Kemal Kodin, di destpêka sala 2012 an de ceza xwaribû.  Kemal Kodin û parêzerê wî doz nebirine Dadgeha Temyîzê. Çend rojan berê, ji aliyê polîsan ve Kemal Kodin hate girtin û berê wî dane navçeya Rihayê Akçakaleyê û li girtîgeha wira bicih kirin.

AVESTA KURD