Serrûpel Nûçe YPG fermandarê Ketîbeya Şêx Meşûq girt

YPG fermandarê Ketîbeya Şêx Meşûq girt

Belav bike

Duh, şervanên YPGê û hêzên asayişê yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) avêtin ser navenda ketîbeya Şêx Meşûq û fermandarê wê ketîbeyê girtin.

Kadşîn Qamişlo ji Rûdawê re got: “Şervanên YPGê şeva borî êrişê navenda me ya li taxa Enteriyê kirin û bi zorê fermandarê ketîbeyê Welat Murad û 4 şervanên me yên din binçav kirin.”

Qamişlo di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Di destpêkê de Welat xwe radsestê YPGê nekir û ji wan re got ku ew amade ye xwe bi roj radest bike. Lê ne bi vî awayê ku şervan bi şevê avêtine ser navenda me.”

Berdevkê ketîbeya Şêx Meşûq diyar kir ku dema Welat xwe radestê wan nekir, “Şervanên YPGê gule berdan navendê û deriyê navendê şikandin. Bi zorê Welat û hevalên wî binçav kirin.”

Kadşîn Qamişlo wiha got: “Welat dikarî bi çekan bersiva şervanên YPGê bide, lê wî nexwest şerê birakujiyê çê bibe û ji ber vê yekê jî xwe radestî wan kir.”

Qamişlo eşkere kir ku niha serkidayetiya ketîbeyê di civînekê de ye daku bûyerê bişopîne û biryara pêwîst bide.

Ketîbeya Şêx Meşûq nêzîkî Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ya Brahîm Biro ye. Partiya wî endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye û nûnerekî wê di Desteya Bilind a Kurd (DBK) de heye.

Rûdawê gelek hewl da ku xwe bigihîne berpirsên YPG û PYDê, lê telefonên wan neberdest bûn.