Serrûpel Nûçe Çarşema Sor pîroz be

Çarşema Sor pîroz be

Belav bike


Cejna Çarşema Serê Nîsanê di pêvajoyek gelekî girîng de tê pîroz kirin. Bi germaya pîrozîya agirê Newrozê gelê me ji hemû demê xurtir li ser piyaye  û hemû giyan dikevin nav vejîneke nû. Di dîroka Bawerî û Netewî de gelek cejnên meyî muqades û pîroz hene. Yek ji van cejnê bi rûmet jî Çarşema Serê Nîsanê ango Çarşema Sor e. Çarşema Serê Nîsanê wek Sersala Kurdî te pîroz kirin. Gelek ciyan wekî cejna Tausî Melek tê pîroz kirin. Şêxadî di gotareke xwede wuha dibêje “Çarşem rojeke fadil e. Tauisî Melek afirandiye ji eşk û dil e. Bar tê nebê kesê ku î xafile.Deng yeke û hezar reng e.“

 

Di vê cejnê de, basimbar jî tê çêkirin.Wata basimbar xêr,berket, pêşî lê girtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zada, her tiştekî piroz û navdar ve tê girêdan. Basimbar ji sê renga tê çêkirin,j i kesk, sor û zer. Meha Nîsanê,hem jî despêka şênbûna xwezayê ye û hemjî bûka salê ye. Di meha Nîsanê de Kurdên Êzîdî bûka dernaxên, jiber bûka salê bixwe meha Nîsanê ye.  (Mala Êzîdiya)