Nêçîrvan Barzanî di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Erkê hemû aliyên Kurdistanê ye (Ligel deshilat û opozisyonê) ku bi berpirsyariyekî zêde li ser vê meseleyê tevger bikin. Ji ber erkekî nîştîmanî li ser milê hemû aliyekê ye û pêwîstiya me bi yekrêziyekê heye ku bikarîn bi hêzekî zêde pêkutiyê li ser mafê xwe bikin û şermezarî nifşên nû nebin.”
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê gelê Balîsan û Şêx Wesanan de jî wiha got: “Em wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê hest bi êşên qurbaniyên çekên kîmyayî dikin. Em dizanin çend sale çi êşeke giran tevlî nav jiyana we bûye, lê çekekî qedexekirî yê wekî çekên kîmyayî, bandora wê û çareseriyekî yekcarî, gelek caran pijîjk nikarin çareser bikin.”
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “We jiyaneke nexweş dîtin, lê vîna xwedayê mezin wisa kiriye ku hûn mirina kesên biryara kîmyabaranê dane bi çavê xwe bibînin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan hatiye erkdarkirin ku çi tiştê jê bê, ji bo qurbanî û birîndarên çekên kîmyayî bike. Hewl bide ku çareseriya herî baş ji bo wan bê kirin. Êmê di hewlên xwe yên ji bo çareserkirina qûrbaniyên çekên kîmyayî berdewam bin. Kesên pêwîste li Kurdistanê bên çareserkirin û yên li derve, wê hewldan ji bo wan bê kirin.” Rûdaw