Serrûpel Nûçe DMME rekor cezayek da Tirkiyê

DMME rekor cezayek da Tirkiyê

Belav bike

Di sala 1994 an de, leşkerên Tabura Ewlehiyê a Derecikê, avêtibûn ser gundê girêdayê Şemzînanê gundê Ormancikê û li ber çavan li 14 gundiyan xistibûn, ku di nav wan de cerdevan jî hebûn, girtibûn binçavan. Dûra ji wan gundiyana qet xeber derneket. Malbatan her çiqas gilî û doz, pêşiyê li Şemzînanê dûra li Colemêrgê di derheqê leşkerên ku gundî biribûn de xwestibûn vekin jî, rayedarên dewletê destûr nedabûn ku lêpirsîn were vekirin.
Malbat û parêzerên gundiyên ku di bin çavan de hatibûn wenda kirin, serî li DMME (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa) dabûn. Salan şûnda derkete holê ku, 14 gundî di nav taburê de hatine kuştin û li heman derê hatine binax kirin.
Di bergeha vê dozê de DMME rekor cezayek da Tirkiyê. Dewleta Tirkiye, bi mîlyonek û nîv euro cezayê tezmînatê hate mehkum kirin. 
Di sala 2009 an de hîn ku doza 14 gundiyên Derecikê li DMME dihat dîtin, rojnameya Tarafê di meha Tebaxê de bi manşeteke ku krokiya cihê ku gundî hatine kuştin û binaxkirin derket. Rojnameya Taraf, di nûçeya xwe de cih dabû îfadeyên ku şahidên bûyerêbûne jî û li gorî îfadeyên şahidên bûyerê krokî hatibû xêzkirin.
Doza ku li DMME dihat dîtin, doh bi encam bû. Dadgehê, li gorî pîvanên Peymana Mafên Mirovan a Ewrupa; Tirkiyê di dinpêkirina ev xalan de mehkum kir; “binpêkirina mafê jiyanê“, “êşkence û muameleya xirab” û “mafê azadî û ewlehiyê binpêkirin.”
Tirkiye mehkuma tezmînata 1.5 mîlyon euro bû.
Gundiyên ku di sala 1994 an de ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn kuştin navê wan wiha ne: Casim Çelik, Yusuf Çelik, Mihraç Çelik, Hurşit Taşkin, Kemal Îzci, Abdulaziz Înan, Salih Şengul, Naci Şengul, Sidik Şengul, Cabbar Selvi, Reşit Selvi, Hayrettin Ozturk, Kerem Înan û Aşir Seçkin.

AVESTA KURD