Serrûpel Nûçe Ozal di 20 salvegera mirina wî de hat bibîranîn

Ozal di 20 salvegera mirina wî de hat bibîranîn

Belav bike



Di merasîma bibîranînê de, xanima wî Semra Ozal axivî û got ku ew dixwaze hevserê wê weke şehîd were binavkirin ji ber ew li ser erka xwe hatiye kuştin.

Kurê Turgut Ozal Ahmet Ozal ji ber nexweşiya xwe beşdarî merasîmê nebû, lê belê gelek siyasetmedarên navdar û hevalên Turgut Ozal yên kar li ber serê gora wî amade bûn.

Doza di derbarê gumana kuştina Ozal de hîna berdewam e û bi tenha bersûç jî Tuggeneralê xanenişîn Levent Ersoz e ku niha bi gumana jehrdayina Ozal di nava doza Ergenekonê de tê darizandin.