Serrûpel Nûçe Iraqê di rojekê de 21 kes dardakirin

Iraqê di rojekê de 21 kes dardakirin

Belav bike

Li Iraqê 21 hemwelatiyên ku bi sûcê “terorîzmê” hatibûn mehkumkirin, doh di nav çend seetan de cezayê hemûyan hate înfazkirin.
Rayedarêkî Wezareta Dadê yê Iraqî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, daxuyanî dane ajansa nûçeyan AFPê û diyar kiriye ku, hemû mehkumên ku hatine dardakirin hemwelatiyê Iraqê bûne û seet di 16.00 an de hatine dardakirin.
Li gorî ragihandina AFPê, ji destpêka sala 2013 an vir ve, li Iraqê 50 kes hatine dardakirin.
Meha borî di 18ê Adarê de Wezîrê Dadê ye Iraqê Hasan El Şammarî, li hemberî hemû bertekên navneteweyî jî gotibû ku, kesên ku cezayê dardakirinê xwarine wê bêne dardakirin.
Iraq, li cîhanê di nav 5 dewletên ku cezayê dardakirinê herî pirr înfaz dike de ye. Sala borî li Iraqê 129 mehkum hatibûn dardakirin. Dim serî de Dewletên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrupa, Brîtanya, Rêxistina Efûyê a Navneteweyî û Rêxistina Şopîner a Mafên Mirovan (HRW) gellek caran Bexda di mijara cezayê dardakirinê de hişyar kiribûn.

AVESTA KURD