Serrûpel Nûçe Karayilan dixwaze biçe li Tirkiyê siyasetê bike

Karayilan dixwaze biçe li Tirkiyê siyasetê bike

Belav bike

Mûrad Karayilan derbarê pêvajoya aştiyê ya navbera PKK û dewleta Tirkiyê de ji rojnameya Amerîkî New York Times re axivî.

Karayilan diyar kir ku divê serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ‘Hê cidîtir’ nêzî pêvajoyê bibe û ger şer biqede, wê vegere Tirkiyê û dixwaze rolekî siyasî bileyîze.

Karayilan di berdewama axaftinên xwe de li ser berdana çekan a gerîlayên PKKê jî wiha got: “Gerîlayên me çekan bernadin. Ev mijara dawî ye û mijara herî dawî ya pêvajoyê ku li ser bê axaftin e.”

Li ser pêvajoya aştiyê jî Karayilan wiha got: “Pêwîstiya pêvajoyê bi cîdiyetekî hê zêdetir e. Erdogan bi awayekî cidî nêzî mijarê nabe, dîroka kur fêmnake. Divê her kes vê yekê baş bizane ku gerîlayên me heta niha tekoşîna xwe bi awayekî serkeftî berdewam kirine.”

Serokê Konseya Rêveber a KCKê destnîşan kir ku dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêya aştî û diyalogê çareser bikin û wiha got: “Ger mafê welatîbûnê yê wekhev ji bo kurdan neyê pejirandin, pirsgirêk çareser nabe.”

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Mûrad Karayilan bilêv kir ku di rewşek şer bi dawî bibe de, dixwaze vegere Tirkiyê û li vir ji bo mafê Kurdan rolekî siyasî bileyîze. Karayilan wiha got: “Dema mirov şiddetê bide aliyekê, wê demê pêwîstî bi avakirina civakekî demokrat heye. Ger ev pêk neyê, wê şerekî mezin rûbide.” Rûdaw