Lîsteya Kovara Time a wek kevneşopiyek ku her sal tê diyarkirin a li cîhanê “100 mirovên herî bandordar” hate eşkerekirin. Di lîsteya 100 mirovên herî bandordar de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî heye.
Di lîsteya Time a 100 mirovên herî bandordar de, di serî de Serokdewletê Amerîka Barack Obama, li cîhanê siyasetmedar, akademisyen, hunermend, aktîvîstên ku bandora wan li ser mîlyonan dibe cih digrin.
Profîla Ocalan, ji aliyê Rêberê Sinn Feinê, ku Sinn Fein partiyeke siyasî a girêdayê IRA (Artêşa azad a Irlanda) ye, Gerry Adams ve hatiye amadekirin.
Gerry Adams di profîla Ocalan de ji bo Ocalan wiha dinivîse: “Aştiya Îrlanda a ku wek Peymana Îniya Bixêr” tê zanîn 15 sal li pey xwe hîşt. Damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan hema hema temamî vê demê li Tirkiyê di girtîgehê de bû. Dîsa jî dengê aştiyê, bi dildarî destê xwe yê dostaniyê drêjî kesên ku li dijî wan şer dikir kir. Demeke drêj bona ku cudatiyan çareser bike rêyên alternatîf nîşana dijmin da û daxwaziya xwe a sebr û diyalogê îspat kir ku ev bi serî xwe rêbertiyek e. Ocalan ev rêbertiya xwe nîşan da. Teva girtîbûna xwe jî, ji bo gelê Kurd nexşerêyeke ku derdikeve demokrasî, aştî û xweşbûniyê peyda kir. Bawer dike ku, dema çek bêdeng bûnê û axaftina siyaset û ramanê hatiye. Ocalan destpêkeke nû a ku wê têkoşîna gelê Kurd bigihîne qonaxeke nû dixwaze. Di ev qonaxa siyasî de, ji bo her gel û çandê, bi rêya mizakereyan, ji bo welatekî wekhev, azad û demokratîk biafirîne wê bixebite. Ez wî, ji bo vîzyon û rêbertiya wî pîroz dikim. Ez bang li hikumeta Tirk dikim ku, bila Ocalan serbest berde.”
AVESTA KURD