Serrûpel Berhemên Nû Romana “MARIA MELEKEK BÛ“ ya Firat Cewerî derket

Romana “MARIA MELEKEK BÛ“ ya Firat Cewerî derket

Belav bike

 
“Maria melekek bû” romana Firat Cewerî ya çaran e. Mîna di romanên berê de, Cewerî di vê romana xwe de jî mirovên jibîrbûyî derdixe, wan bi rûkala dinyayê dixe û bi wan bûyereke herêmî dixe ser riyeke gerdûnî.
Lehengê romanê Daniel Öztürk bi traumayên rojên bihurî dijî, birîna ku di ruhê wî de vebûye dev jê bernade, her ku diçe lê girantir dike û rojek tê êdî xwe wenda dike. Li xwe digere, lê xwe nabîne. Hew dibîne ku du jin di jiyana wî de ne; Maria û Rozîn. Yek jê jina wî ye û yek ji jinan tê kuştin. Belkî jî ew bi kêra Daniel tê kuştin. Lê Daniel nizane. Ew nizane ya kuştî jî kîjan e.
Ev bûyera ku di kûraniyeke psîkolojîk de dibuhure, me dike şirîkên perçebûna ruhiyetekê û şahidê demekê; demeke ku birînên kûr di gelek ruhiyetan de vekirine.