Li gora biryara dadgehê, divê ev her sê mêrên kurd cilûbergên rengîn yên jinan lixwe bikin û li nava kolanên bajêr bigerin.
Pêkanîna vî cezeyê seyr bû sedema nerazîbûna femînîstên kurd û ew derketin kolanan. Femînîstên kurd dan zanîn ku ev biryara dadgehê, sûkayetî ye li beramberî cilûbergên jina kurd û ew dixwazin bi vî awahî cilûbergên netewî yên kurdan bê qîmet bikin.
Bi mebesta nîşandana nerazîbûna xwe, jinên kurd li bajarê Merîvanê derketin kolanan û li dijî biryara dadgehê meşiyan.
AVESTA KURD –