Serrûpel Nûçe Li Kurdistana Başûr roja hilbijartinan diyar bû

Li Kurdistana Başûr roja hilbijartinan diyar bû

Belav bike

Li gorî daxuyaniya ku di malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê de cih girtiye, Serok Mesud Barzanî diyar kiriye ku Komisyona Bilind a Hilbijartinan pêşniyar kiriye ku bila hilbijartinên parlemento û serokatiya herêmê di navbera 5ê Îlonê û 5ê Cotmehê de bêne kirin.
Serok Barzanî, “li gorî erka ku em ji Zagona Serokatiya Herêmê digrin û amadekariyên ku komisyonê kirine, me biryar girtiye ku her du hilbijartin jî di 21ê Îlona 2013 an de bêne kirin.”
Li Kurdistana Başûr, niqaşa ku li ser “gelo cara sêyem Mesud Barzanî wê karibe namzet be” dewam dike. Li gorî zagona serokatiyê, 2 cara zêdetir namzetiya serokatiyê nayê qebûlkirin. Ew jî tê vê wateyê ku bi vî awayî Serok Barzanî nikare cara sêyem bibe Serokê Kurdistanê.
Di serî de tevgera Goran, partiyên mixalîf naxwazin ku careke din Serok Barzanî bibe Serokê Kurdistanê.
Heta niha di vê mijarê de Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ti daxuyanî nedane.

AVESTA KURD