Serrûpel Nûçe “Bila ÎBB bibe Diyarbekirspor”

“Bila ÎBB bibe Diyarbekirspor”

Belav bike

Ji Parlementerê AKPê yê Stenbolê û fitbolîstê berê yê navdar Hakan Şukur, pêşniyareke surprîz hat. Ji ber ku Diyarbakirspor di Lîga Super a Tirkiyê de cih nagire, Hakan Şukur dibêje bila tîmê Şaredariya Bajarê Mezin yê Stenbolê ÎBB, mafê xwe yê di Lîga Super de cih girtinê dewra Diyarbakirsporê bike û navê xwe jî bike Diyarbakirspor ku, bi vî awayî tîmekî bajarê Amedê jî di Lîga Super a Tirkiyê de cihê xwe bigre.
Pêşniyara Hakan Şukur wiha ye: “Temaşevanên ÎBB tine ne. Di Lîga Super a Tirkiyê de jî tîmê Amedê tine lê temaşevanên Amedî hene. Bona ku cudatiya di navbera herêman de bê rakirin, ez vê grîng dibînim. Pêwiste em liser vê mijarê, di warê hiquqî û teknîkî de baş bixebitin. Ez ê jî bixebitim. Ez ê kar û xebata ku li Federasyona Fitbolê tê meşandin jî bişopînim. Ger ku pêkan be tiştekî bi vî awayî, ez ê bi cidî bînime rojevê.”

AVESTA KURD