Serokê Daîreya Îstixbarata Ewlehiyê yê berê Bulend Orakoglu, bi zimanekî eşkere îfade kiriye ku JÎTEM saziyeke ku di bin baskên MKGê (Desteya Ewlehiya Netewî) de hatiye avakirin e.
Komisyona ku ji aliyê meclîsa Tirkiyê ve hatiye avakirin a ku bi dizî guhdarîkirinê lêkolîn dike, îro Serokê Daîreya Îstixbarata Ewlehiyê yê berê Bulend Orakoglu ezimand. Li ser pirsa Parlementerê Şirnexê yê BDPê Hasîp Kaplan, “salên 1990 an, li Tirkiyê salên ku herî zêde bûyerên kiryar nediyar hatine kirin û gund hatine şewitandin in. Di wê heyamê de sazîbûneke çawa a îstixbaratê hebû?” Orakoglu wiha bersivandiye: ” Fikra min ew e ku pêwiste li Tirkiyê, di mijara kuştinên kiryar nediyar de komisyonek bê avakirin. JÎTEM saziyeke ku di bin baskên MGKê de hatiye sazkirin e…”
Li Tirkiyê di salên 1990 an de tê bilêvkirin ku zêdetirî 17 hezar û 500 kuştinên “kiryar nediyar” pêk hatine. Dîsa di wê heyamê de nêzika 4 hezar gund hatine şewitandin. Di wan salan de navê JÎTEMê ji bo gelê herêmê navê mirinê bû. Dewletê ti caran hebûna JÎTEMê qebûl nedikir û dihat gotin ku, saziyeke bi navê JÎTEMê tine ye. Di nav salan de di gellek belgeyan de jî derkete holê ku bi navê JÎTEMê saziyek heye. Îro careke din bi gotina Bulend Oraloglu jî derkete holê ku, JÎTEM bi biryara desteya herî bilind a Tirkiyê ve hatiye avakirin.
AVESTA KURD