Parlementera CHPê Emîne Ulker Tarhan, Parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, bi postevaniya name birin û anîna Îmrali û Qendîlê sûcdar kiribû û gotinên ku wî biçûk dixîne bikaranîbû. Tarhan ji bo Onder gotibû, “de hadê kûrê min Sureyya binivîse.”
Ev ji Sirri Sureyya Onder hate pirsîn û wî jî bersiveke wiha da CHP’yiyên ku li dijî pêvajoyê pozîsyon girtine:
“Ez dikarim ji bo CHP’yiyên nijadperest tenê vê îfadeyê bikarbînim; ku hûn ewlad bin jî ne kesên hezkirinê ne. Ez bibêjim min dev ji çepgirî û sosyalîstbûna xwe berda, vana ji mirovatiyê qasî hebek ceh nesîp negirtine, êş û jana ewlad, bra nedîtine û biyaniyê vê êş û janê ne. Xêra Xwedê ku piştevaniyên van wek van nafikirin. Di nav partiyeke ku tehemula xwe li hemberî rêvebireke ku bi dengekî bilind fikr û ramana xwe got tine, ji bo kesên din bratî û aştî payîn, ji Ezraîl can xwestin e.”
AVESTA KURD