Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi beşdariya 850 delegeyan li Salona Konferansê ya Wedat Aydin dest bi civîna xwe ya awarte kir. Hevserokên KCD’ê Ahmet Tirk, Aysel Tugluk, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, parlamenterên BDP’ê û nûnerên saziyên sivîl jî di civînê de amade bûn. Civîn dê 2 rojan berdewam bike û piştre encamên civînê bi raya giştî re bê parvekirin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Tirk ve hate kirin. Tirk, bal kişand li ser pêvajoya aştiyê û ji ber destpêkirina pêvajoyê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re spasî kir. Tirk, got divê aştî bi du aliyan pêk bê û wiha axivî: “Kesên behsa aştiyê, biratiyê, pêşeroja azad a gelan dikin, îro neçar in berpirsyariyê werbigrin. Ger vê fersenda dîrkî baş nenirxînin, dê li pêşiya dîrokê, li pêşiya gelê kurd hesabê bidin.”
Tirk, destnîşan kir aliyê kurd ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih aniye û niha dor dora hikûmetê dora dewleta Tirkiyeyê ye. Tirk, axaftina xwe wiha domand: “Hin ji wan dibêjin em bazarê nakin. Em jî bazarê naxwazin. Lê em heq û hiqûqa gelê me yê ku hatiye înkarkirin diparêzin û em ê tu caran ji van mafan tawîz nedin. Li vir tiştê herî girîng dayîna baweriyê ye. Divê em baweriyê bidin civakê. Ji bo vê jî pêwîst e nexşerêyeke çareseriyê hebe.”
‘Em serê gel tevlihev nekin’
Hevserok Ahmet Tirk, bal kişand pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêka Rojhilata Navîn û da zanîn heta kurd nehigihijin îstîkrarê û azadiya xwe bi dest nexin dê aştî neyê Rojhilata Navîn. Tirk, derbir heke pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê di pêşerojê de ji pirsgirêka Filistinê mezintir bibe û nêrîna xwe wiha vegot: “Birêz Ocalan got herin vê projeyê ji hemû kurdan re rast vebêjin. Ev proje ji bo gelê kurd pir girîng e. Ev proje li gorî pêşveçûnên cîhanê hatiye çêkirin. Helbet dibe em di hêla çareseriyê de xwedî fikrên cuda bin. Lê em dixwazin pêşiya serdema nû vekin. Nîqaşên hikûmet çiqas samîmî ye tên kirin. Ez nizanim çiqas samîmî ye. Bila xelet neyê fêmkirin, nabêjim hikûmet ne samîmî ye. Lê em li vê pêvajoyê çawa dinêrin divê baş zelal bikin. Em serê gelê xwe tevlihev nekin. Ger hewce bike dê bersiva wan nesamîmiyetiyan jî bê dayîn û ger samîmî bin dê xelata wê samîmiyetê jî bê dayîn.”
Xwerexneya Rojbûyîna Pêxember
Ahmet Tirk, soza ku ew ê piştgiriya vê pêvajoyê bikin û berpirsyariya xwe bi cih bînin da û li ser rojbûyîna Hz. Muhamed jî ev tişt gotin: “Di hin tiştan de em di dema xwe de mudaxale nakin. Ev xeletî ye. Di heftiya rojbûyîna Resulullah de me dikaribû em çalak bin. Serokatiya Diyanetê hate vê derê û ev yek kir. Ji me qada Newrozê xwestin em dudil bûn. Halbûkî ew gelê me ye. Divê me destûra qadê bida wan. Divê em van tiştan baş nîqaş bikin.”
Saziya bi navê Hezkiriyên Pêxember, ji bo ku Rojbûyîna Pêxember Hz. Muhamed pîroz bike, ji Şaredariya Baglarê ya Amedê qada Newrozê xwestibû. Lê şaredariyê ev daxwaza wan red kiribû. Piştî hevdîtin û hin nîqaşan, destûra vê qadê hate dayîn. Pîrozbahiyên sibê dê li qada Newrozê pêk bên. Rûdaw