Serrûpel Nûçe “Tu planeke paşvekişandinê tune ye”

“Tu planeke paşvekişandinê tune ye”

Belav bike
Bayîk di vê hevpeyvînê de behsa rolê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokomarê Iraqê Celal Talabanî yê di pêvajoya aştiyê dike. Bayîk behsa vekişîna gerîlayan a ji Tirkiyê û komîsyona aqilmendan dike.

Rûdaw tevayî hevpeyvîna Cemîl Bayîk a ligel kovara Sivîl belav dike

Pêwîste peyama Rêber Apo wekî manîfestûya despêka serdemekî nû bê dîtin  

 

Sivîl: Nêrîna we ya li ser banga Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hatî pêşkêşkirin çiye?

Cemîl Bayik: Em veşartî siyasetê nakin. Peyama rêberê me ya di Newrozê de ew prensîba siyasî wekî bingeh wergirt, li Amedê tenê xîtabî milyonek mirov nekir, xîtabî cîhanê kir. Ji bo vê yekê her kesek, alîgir an jî dijber hewla têgihiştinê didin. Ev pêngav Serok Apo dest pê kir, di heman demê de pêşkêşî referandumê kir û got, hûn dikarin li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê pirsa demokrasî û azadiyê çareser bikin an na? Ev yek referandumekî mezin bû û bersiva ‘Erê’ bi dest xist. Di hemû bawerî û çandekê de ev xala serekî ye. Pêwîste peyama Rêber Apo wekî manîfestûya despêka serdemekî nû bê dîtin. Di vê manîfestoyê de hemû daxwazên kêrhatî û guncaw ên rêberê gelekê yên ji bo çareseriyê hene. Ji bo dewleta Tirkiyê dergehê pêvajoyê veke, divê pêngavan bavêje û despêkê astengiyên li pêşiya demokrasiyê rake. Dema gelê kurd bi xwe karê xwe bi rêve bibe, bi nasname û zimanê xwe rêxistinên xwe bike.

Heta şert û merc neyên dirûstkirin, gerîla venakişin

 

Gelo wê gerîla vekişin başurê Kurdistanê? Kengê?

Cemîl Bayik: Qonax tenê wekî paşvekişandinê behsa wê tê kirin. Ev jî şaşitiye û ger em ligel agirbestê berhev bikin. Bingehekî siyasî jî bê dirûstkirin, wê demê wateyekî din e. Ji bo vê yekê divê parlamentoya Tirkiyê biryarê bide. Di vê pêngava ku Rêberê me dayî dest pê kirin, ne pirsa vekişîna gerîlayan a ji bakûr bo başurê Kurdistanê ye. Bi awayekî rast û dirûst ev yek nayê ragihandin. Bi awayekê tê belav kirin ku wekî bêjin agirbest hat ragihandin paşvekişandin çêdibe û wê mesele bê çareserkirin. Lê di rastiya xwe de vekişîna gerîlayan bi temamî parçeyek ji avakirina bingehê çareseriya pirsa kurd û siyaseta demokrasiyê. Heta şert û mercên dirûstbûna wî bingehî neyên dirûstkirin, gerîla venakişin. Pêwîste hemû kesên ku vê meseleyê guftûgo dikin, bi ciddî û berpirsyarî tevbigerin. Divê raya giştî jî  bi awayekî rast û dirûst agehdar bikin. Ne berevajî.

Heta niha ti kesê fermana vekişînê nedaye hêzên gerîllayan

Ji bo vekişîna hêzan berî her tiştî pêwîste bingehekî yasayî bê amadekirin, heta tedbîrên pêwîst ji bo vê yekê neyên wergirtin, gerîla venakişin. Ji ber kurdan ezmûnên bi êş di demên borî de heye û tenê bi tedbîrên aborî nayê cîbicîkirin. Gerîla ji bo bi destxistina armanc û derfetên jiyanê çek hilgirtine û çûne ser çiyan. Dixwazin li ser nasnameya kurdî mikurhatin çêbibe û bi awayekî adîlane mamele ligel kurdan bê kirin.  Ger ev tişt nebin û mikurhatin çênebe, razîkirina gerîlayan pir zehmet e û ne ewqas hêsan e. Heta niha ji bo vekişîna gerîlayan tiştekî wisa hêsan nîne, tişta heyî agirbest heye û ferman ji bo hêzên gerîlayan çûye ku di wê çarçoveyê de mamele bikin. Niha jî di çarçoveya agirbestê de hêzên gerîlla senger û cihê xwe diparêzin. Gerîla di parastina rewa de ne, li benda pêşveçûna qonax û guhertinan in. Lê heta niha ti kesê fermana vekişînê nedaye hêzên gerîllayan.

Em Komîsyona Aqilmendan bi yekcarî red nakin  

 

Nêrîna we li ser Komîsyona Aqilmendan a ji aliyê Erdogan ve hatî dirûstkirin çiye?

Cemîl Bayîk: Divê ev komîsyon bê alî be, ne bi dengê partî û grûbekê de bê girêdan. Pêwîste di nava me û hikûmeta Tirkiyê de rolê navbeynkariyê bikin. Ger ji aliyê me ve pêngavên şaş hatin avêtin, daxwaz ji me bikin ku em wan pêngavên xwe rast bikin. Ger ji aliyê dewletê ve pêngavên şaş bên avêtin, daxwaz ji wan jî bikin ku pêngavên xwe rast bikin. Li ser pêkhateya wê jî, divê rêjeya piranî ji jinan pêkhatibûya. Lê em bi komîsyonê bi yekcarî red nakin. Ne ewqas ku bi baweriya me ew komîsyon di asta tê xwestin de ye. Divê hinekî din cûda bûya, ji ber ew komîsyon ta astekî berçav yekaliye. Di aliyê çarçoveyê de erk û di warê pratîkî de wisa diyare ku hinek tişt ne vekirî hebe.

 Em li benda wê yekê ne ku birêz Barzanî ji bo damezirandina kongreya neteweyî pêngavên pêwîst bavêje 

 

Bandora wê pêvajoyê ji Tirkiyê dest pê kir, çi bandora wê li ser başûrê Kurdistanê heye?

Cemîl Bayîk: Pêşveçûnên li bakûrê Kurdistanê wê badorekî mezin li ser başur jî bike. Em ji birêz Mesûd Barzanî dixwazin zêdetir piştgiriyê bidin vê pêvajoya ku ji aliyê rêberê me ve hatî dest pê kirin. Pêwîste ev tenê di daxuyaniyên çapemeniyê de nemînin, belkî pêwîste erkê dikeve ser milê wan cîbicî bike. Em li benda her kesekî ne, lê çaverêyên zêdetir ji  kek Mesûd Barzanî hene. Em li benda wê yekê ne ku birêz Barzanî ji bo damezirandina kongreya neteweyî pêngavên pêwîst bavêje. Ger pêngavên bi vî awayî bên avêtin, wê sûdê wê ji bo bakûrê Kurdistanê jî hebe.

Peyama Ocalan a bi rêya Selahedîn Demîrtaş ji Barzanî re şandî, çi bû?

Cemîl Bayîk: Rêber Apo silav û rêzdarî ji bo birêz Barzanî şandibû. Daxwaz jê kiribû piştgiriya pêvajoyê bike û ji bo gihiştina encamekê rolê xwe bileyîze. Wekî tê dîtin birêz Barzanî jî piştgiriya peyama Rêber Apo kiriye. Eşkereye ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê me li bakûr derfetekî giring li pêşiya gelê kurd e. Ev wê bandora xwe li ser tevayî parçeyên Kurdistanê jî bike.

Mihemed Emîn Pêncwînî behsa wê yekê kir ku Nêçîrvan Barzanî xwedî rol bû, hûn dîtine û serdana we kiriye. Çawa bû?

Cemîl Bayîk: Hevdîtina me ligel kek Nêçîrvan Barzanî hebû û rolê aliyên din jî hebûn. Hewldanên kek Nêçîrvan û hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel me cihê rêz, keyfxweşî û berçav in. Ji despêkê ve birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo serxistina pêvajoyê amadebûna xwe nîşan da. Em karê aliyên din jî baş dinirxênin û cihê keyfxweşiyê ye. Herwiha beşekî zêde li başurê Kurdistanê, ligel partî, gel, aliyên siyasî û rêxistinên sivîl piştgiriya peyama Rêber Apo kirine û rol leyîstine. Bi taybetî hewldanên birêz Talabanî eşkere û berçav in. Ew beşdarbûn û hewldanane ji bo giringiya hêza gelê kurd li Rojhilata Navîn diyar in.

 Divê Amerîka di pratîkê de rolê navbeynkariyê bileyîze  

 

Di vê pêvajoyê de rolê Amerîka çawa bû û nêrîna we çiye?

Cemîl Bayîk: Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û hemû hêz behsa piştgiriya ji bo çareseriyê dikin. Lê di warê pratîkê de kar û kiryarên berevajî tên dîtin. Lewra divê Amerîka ku dixwaze aştî û çareserî hebe, ne tenê bi daxuyaniyên çapemeniyê, belkî pêwîste di pratîkê de rolê navbeynkariyê bileyîze. (Rûdaw)