Di demeke kin de Tirkiyê, li ser sînorê Tirkiye û Iraqê, li ser lûtkeyê çiyayên bilindtirî 2 hezar metreyî qereqolan çêdike. Navê ew qereqolên ku tên çêkirin “Kalekol” in. Avakirina kalekolên nû, piştî agirbesta PKKê a di 23ê Adarê de her ku çû bilez bû. Heta niha 149 qereqolên wek Kalekol hatine avakirin û çêkirina Kalekolên nû jî bi lez û bez dewam dike.
Kalekolên ku tên çêkirin, bi teknolojiyeke nû tên avakirin û taybetiya kalekolan jî ew e ku, xwedan ewlehiyeke bilind in. Ev Kalekolana ji aliyê TOKÎ’yê (Rêvebiriya Xanî Avakirin a Komdarî) ve tên çêkirin. Hatiye plansazkirin ku 402 qereqolên bi navê Kalekol bêne avakirin.
Di vê bergehê de heta niha 149 Kalekol hatine qedandin û çêkirina yên din jî didome.
Ligel kalekolên nû avakirinê, li Kurdistana Bakur pergala cerdevaniyê jî tê berfirehtirkirin. Dewlet li gellek deran qadroyên nû ji bo cerdevaniyê vedike û gellek cerdevan, piştî perwerdehiya leşkerî, sond dixwin û çekên dewletê hildigrin.
AVESTA KURD