Ji wan mehkûman, 4 endamên PKK ne, yek jî endamê rêkxistina TIKKO ye.
Ew kes di sala 2009 de biribûn cem wî.
Li ser vê meseleyê serokwezîrê Tirkiyê Erdogan gotibû, “me zilam şandin cem wî, tevî ku wî bi xwe ew kes xwestibûn jî, ew niha ji wan kesan ne rihet e. ew naxwaze li cem wî kesek hebe.”
Erdogan got, pişt re ew pirsgirêk hate çareserkirin.
Kesên ku li cem Abdullah Ocalan bûn ev bûn:
Şeyhmus Poyraz, Cumali Karasu, Bayram Kaymaz (xwe ji bo Ocalan şewitandibû), Hasbi Aydemir, Hakkı Altan (endamê TIKKO).