Danezana komcivîna awarte a KCD (Kongreya Civaka Demokratîk) bi rayagiştî re hate parvekirin. Di komcivînê de KCDê biryar girtiye ku, bi navê “Komisyonên Şopandinê yên Pêvajoyê” komisyon bêne avakirin. Ev komisyonana di dema vekişîna dersînorê Tirkiyê a PKKê de wê pêvajoyê bişopînin ku di pêvajoya vekişînê de dema ku tengasî derketin tavilê di cih de midaxele bikin.
Di vê mijarê de KCD vê dibêje: “… ji bo xwevekişîneke muhtemel a gerîlla, bona pirsgirêkên ku di dema vekişînê de wê derkevin bilez û bez û di cih de bêne çareserkirin û bona ku pêvajoya vekişînê bi awakî ewle bidome biryar hatiye girtin ku “Komisyonên Şopandinê yên Pêvajoyê” ku ji hemû hêzên herêmî û saziyên sivîl wê pêk were bêne avakirin.”
Di komcivîna KCDê de bilî avakirina komisyonên şopandinê yên pêvajoyê, ev biryarana jî hatine girtin:
Divê Komisyonên Mirovên Aqilmend, ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û Rêvebirên KCKê, bila girtiyên li zindanan de yên PKKê re jî hevdîtinan pêk bînin û daxwaz û pêşniyarên wan bi rayagiştî re parve bikin.
Desteya Giştî a KCD bang li hemû kesên ku bi darê zorê hatine koçberkirin dike ku, bila vegerina cih û warên xwe.
Dîsa di danezanê de hate diyarkirin ku, bona ku Girtîgeha Amedê bibe muze, xebat û çalakî wê zêdetir dewam bikin.
AVESTA KURD