Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (23.04.2013) li ofîsa xwe ya devera Selahedîn a Hewlêrê bi sekreter, cîgirê sekreter û endamên encumen û berpirsên liqên sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê re civiya.
Di civînê de, Barzanî bûyerên îro yên bajarokê Hewîce li parêzgeha Kerkûkê şermezar kir û wiha axivî: “Bikaranîna artêşê di arîşe û aloziyên navxweyî de binpêkirina destûr û pîvanên dewletê ye.”
Tabûra 12 a fermandehiya operasyonên Dîcle ya Iraqê îro (23.04.2013) êrişî xwepêşandana devera Hewîce kir û di encamê de 50 welatî hatin kuştin û 200 kes jî birîndar bûn, xwepêşanderan jî 6 serbazên iraqî kuştin. Rûdaw