Serrûpel Nûçe Li Kerkukê artêşa Iraqê 27 hemwelatî kuştin

Li Kerkukê artêşa Iraqê 27 hemwelatî kuştin

Belav bike

Li Iraqê, li navçeya Kerkukê li Hawîceyê, gel li dijî Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî xwest ku çalakiyeke protestoyî lidarbixîne. Hêzên leşkerî û polîsên dewletê êrîşa xwepêşanderan kir. Li gorî çavkaniyên leşkerî, herî kêm 27, zêdetir 56 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Dîsa di encama pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên dewletê de zêdetirî 200 kes jî brîndar bûne.
Li gorî ragihandina AFP, hin leşkerên payebilind yên artêşa Iraqê gotine ku, xwepêşanderên biçek bûne û kêmtir 27 kes ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine kuştin.
Di vê mijarê de çavkaniyên herêmî jî ragihandine ku, di bûyeran de 50 kesan jiyana xwe wenda kirine û 200 kes jî brîndar bûne. Di nav kesên ku mirine de tê gotin ku 6 leşker jî hene.
Çavkaniyeke ku li Kerkukê bi rojnameya Rudawê re peyivîye jî gotiye ku, “Hêzên Operasyonel yên Dîcle li dijî Hawîceyê operasyon lidarxistin. Armanca wan ew bû ku, kesên îniya borî çek teqandin û xwepêşandin bigirine bin çavan. Dema ku artêşa Iraqê li ser sînorê navçeya Hawîce gule reşandin, di navbera artêşê û hemwelatiyan de pevçûn derket. Di van pevçûnan de 6 leşkerên Iraqê jiyana xwe wenda kirin û 11 leşker jî brîndar bûn. Li ser vê bûyerê, artêşa Iraqê 50 hemwelatî kuşt û 200 jî brîndar kirin.”

AVESTA KURD