Serrûpel Nûçe Li Tirkiyê di 24 salan de 569 zarok hatin kuştin

Li Tirkiyê di 24 salan de 569 zarok hatin kuştin

Belav bike

Îro li Tirkiyê “Cejna Zarokan a 23ê Avrêlê” tê pîrozkirin. Li çar aliyê cîhanê bi her rengî zarok têne ba hev û rayedarên dewletê jî, çi serokomar çi serokwezîr û walî, ji bo vê roja “pîroz” meqamên xwe didine zarokan. Li cîhanê tenê li Tirkiyê cejneke ku bona zarokan tê lidarxistin heye, lê ji aliyê din li Tirkiyê rastiyeke zarokan a din jî heye.
Di nav 24 salan de li Tirkiyê ji aliyê hêzên dewletê ve 569 zarok hatine kuştin. Tenê di salekê de 117 zarok (1992) qetilkirine.
Di 3 salên dawiyê de bi hezaran zarok hatin binçavkirin û ji wan jê 298 zarok hatine zîndankirin.
Li gorî salan (1988-2012) li Tirkiyê hejmara zarokên ku hatine kuştin li xwarê ye:
Di sala 1988 an de zarokek hate kuştin.
Di sala 1989 an de 2 zarokên 10 salî hatine kuştin.
Di sala 1990 an de 21 zarok hatine kuştin. Li Basana (Guçlukonak) Şirnexê 12 zarok carekê de hatine kuştin.
Di sala 1991 an de 15 zarok hatine kuştin. (Li Şirnexê 3, li Êlihê 1, li Çewlikê 1, li Bêtlîsê 2, li Amedê 4, li Mêrdînê 2, li Sêrtê 2 zarok)
Di sala 1992 an de 117 zarok hatine kuştin.(Gercuş 1, Mêrdîn 31, Colemêrg 11, Şirnex 32, Wan 3, Êlih 9, Qers 2, Sêrt 4, Riha 5, Bêtlîs 2, Mevzîtepe 2, Muş 1, Amed 7, Kîlîs 1, Agirî 3, Elezîz 1 û 2 zarokên cih ne diyar)
Di sala 1993 an de 79 zarok hatine kuştin.
Di sala 1994 an de 99 arok hatine kuştin.
Di sala 1995 an de 11 zarok hatine kuştin.
Di sala 1996 an de 7 zarok hatine kuştin.
Di sala 1997 an de 7 zarok hatine kuştin.
Di sala 1998 an de 5 zarok hatine kuştin.
Di sala 2000 an de zarokek bi navê Pinar Turan hate kuştin.
Di sala 2002 an de 18 zarok hatine kuştin.
Di sala 2003 an de 12 zarok hatine kuştin. Nîhat Çeriyê 13 salî, Deştan Korkmazê 14 salî, Zahir Yilmazê 14 salî û yên din.
Di sala 2004 an de 12 zarok hatine kuştin. Ugur Kaymazê 12 salî bi bavê xwe re bi 13 guleyan hatibû kuştin.
Di sala 2005 an de 12 zarok hatine kuştin
Di sala 2006 an de 23 zarok hatine kuştin ( Mehmet Akbulut (17 salî), Abdullah Duran (9 salî), Enes Ata (8 salî), İsmail Erkek (8 salî), Fatih Tekin (3 salî), Ahmet Araç (17 salî), Mahsun Mizrak (17 salî). Zîan Demir (8 salî), Şilan Demir ( 1 salî), Mizgin Demir (12 salî), Evin Dilan Demir (10 salî), Nazar Çetinkaya (2 salî), Nazli Çetinkaya (4 salî), Abdullah Çetinkaya (1 salî), Hasan Marangoz û 8 zarokên din.
Di sala 2007 an de 9 zarok hatine kuştin.
Di sala 2008 an de 17 zarok hatine kuştin. Furkan Oranê 6 salî tam jî di 23ê Nîsanê de hate kuştin.
Di sala 2009 an de 21 zarok hatine kuştin.
Di sala 2010 an de 16 zarok hatine kuştin.
Di sala 2011 an de 33 zarok hatine kuştin. Ji 33 zarokan jê 16 zarok li Roboskiyê ji aliyê balafirên şer yên hêzên dewleta Tirkiyê ve hatine bombebarandin.
Di sala 2012 an de 15 zarok hatine kuştin.
Di 3 salan de 298 zarok hatine girtin. Di salên 2010, 2011 û 2012 an de hezar û 464 zarok hatine binçavkirin.

AVESTA KURD