Rojnamevanê rojnama Vatan, Ruşen Çakir, xwe gihande berpirsên PKK û di derbarê pêvajoya dawî de agahdariyên girîng wergirtin.
Çakir, di hevpeyvînekê de li gel Endamê Konseya Birêvebir ya KCK Duran Kalkan, dide zanîn ku wê PKK hêzên xwe di nava demeke kurt de derveyî sînorên Tirkiyê derxîne.
Li gora ku Duran Kalkan dibêje, wê paşvekişandina gerîllayan demeke dirêj bajo.
Di nava hevpeyvînê de rojnamevan Ruşen Çakir dide zanîn ku li gora pêzanînên ku wan ji Duran Kalkan wergirtine, wê sibe Murat Karayilan li Qendîlê di civîneke çapemeniyê de bang li hêzên xwe bike ku hêdî hêdî derveyî sînorên Tirkiyê derkevin.
Duran Kalkan di hevpeyvînê de dibêje ku tu dudiliyeke wan di derbarê pêvajoya paşvekişandinê de nemaye û pirsgirêkên ku hebûn jî hatine çareserkirin. Her wiha li ser pirseke Ruşen Çakir, Duran Kalkan dide zanîn ku wê di dema pêş de êdî çek werin danîn.
AVESTA KURD