Serrûpel Nûçe Plaka Kurdistana Rojava çêbû

Plaka Kurdistana Rojava çêbû

Belav bike
Otomobîlên ku derbasî Kurtdistanê bibin wê bi destûra Desteya Kurd ya Bilind be.

Otomobîlên nû, li ser plaka wan navê bajêr, RK (Rojavayê Kurdistanê), SYR (Sûriye) tê nivîsandin.

Standina plaka bi 15.000 lîreyên sûri ye (125 dolar)

Herêmên Kurdî li rojavayê Kurdistanê di bin kontrola Kurdan de ye.

Desteya Kurd ya Bilind wan herêman îdare dikin, lê li gora ku çavdêrên siyasî dibêjin, ew Deste di bin kontrola PYD-YPG de ye.

Çekdarên YPG (Yekîneyên Parastina Gel) kampên xwe vekirine û herêmê bi tevayî kontrol dikin.

Di plaka vê otomobîlê de navê Qamişlo heye.

AVESTA KURD