Serrûpel Nûçe Şêx Mirşid serokê Al Partî xayîn dibîne!

Şêx Mirşid serokê Al Partî xayîn dibîne!

Belav bike

Kurê Şêx Meşûq Xeznewî ku niha li Norwêcê dimîne û berê di televîzyona Kurd 1 de programeke dînî pêşkêş dike, di programa xwe de ku roja înê hate weşandin got, serokê Al Partî xiyanetê dike.

Xeznewî diyar kir ku Hekîm Beşar gotiye ku di derbarê kuştina endamê polîtbîroya Al Partî Nesredîn Birhik ji aliyê çekdarên YPG (hêza çekdarî ya PYD), belge û dokumet di destê wan de hene.

Xeznewî dibêje belge di destê Hekîm Beşar de tune ne, ew xayîn e, li Hewlêrê rûniştiye û karê wî tenê peydakirina fitneyan û şerê navxweyî ye.

Şêx Xeznewî got ew naxwaze li herêmên Kurdan şer derkeve, û ew ji bo vê yekê ne li dije ku hevkariya rêjîma Beşar Esed were kirin.

Şêx tund û bi hêrs axifî û got, ew ne endamê tu partiyane û çavê wî ne li tu kursiyan e.

AVESTA KURD