Serrûpel Nûçe Ev hamburger tam 14 sal in ku xera nabe

Ev hamburger tam 14 sal in ku xera nabe

Belav bike

Li eyaleta Utah a Amerîka David Whipple, di sala 1999 an de li fast-foodeke navdar hamburger kirî. Whipple xwest ku îspat bike di nav hamburgeran de madeyên ku hamburger diparêzin heye. Ji bo ispatê jî biryar girt ku heta mehekê pakêta hamburger veneke. Û hamburger kire berika  sakoyê xwe. 
David Whipple jibîr dike ku hamburger di berika sakoyê xwe de hîştiye û tam 2 sala şûnda bi tesadûf di berika sakoyê xwe de rasta pakêta hamburgerê ku 2 sala berê kiriye tê. Pakêtê vedike bi çavên xwe bawer nake. Çimkî di nav 2 salan de hamburger wek roja ku kiriye disekine û neherimiye.
David Whipple biryareke din digre ku vê testa xwe a li ser hamburger bidomîne. Tam 14 sala hamburger vedişêre. Piştî 14 sala dibîne ku hamburger qet xera nebûye û tenê tirşiyê ku kiribûn navbera hamburger ji holê tine bûye.
David Whipple bi vê îspat kiriye ku ji bo hamburger madeyên ku hamburger diparêzin tên bikaranîn ku rê li ber xerabûna hamburger digre.
Dîsa pisborekî Amerîkî yê xwarin û vexwarinê jî heman tiştek ceribandiye. Hamburgerek kiriye û heta salekê li mitfaqa xwe veşartiye. Piştî salekê dîtiye ku di hamburger û kartolên qijilandin de pirr hindik guherînek pêk hatiye.  

AVESTA KURD