Serrûpel Nûçe Îsmaîl Beşîkçî li başûrê Kurdistanê ye

Îsmaîl Beşîkçî li başûrê Kurdistanê ye

Belav bike


Beşîkçî li ser banga fermî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana başûrê Kurdistanê kiriye.

Îsmaîl Beşîkçî kiye?

Îsmaîl Beşîkçî nivîskar û civaknasekî tirk e.

Îsmaîl Beşîkçî di sala 1939an de, li bajarê Çorum ê Tirkiyê, li qeza Îskîlîpê hatiye dinê. Di sala 1962a de li kolêja polîtik ya zanîngeha Enqere xwendina xwe ya zanistiya polîtîk qedand û di sala 1964’a de, li Erziromê, li zanîngeha Atatürk wek asîstan dest bi kar dike. Beşikci ji aliyê doçentekî bi navê Orhan Türkdoğan ji heman faqultê ji ber qaşo propagandaya marksîzmê û herêmiyê (yanî kurdîtiyê) hate şikayetkirin. Di sala 1967an de tevlî Xwepêşandanên Rojhilat (tr.:Doğu Mitingleri) bû û dûra li ser van xwepêşandanan lêkolînek çêkir. Ev lêkolîna xwe di bin navê Doğu Anadolu nun Düzeni, Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller (Dezgeha Rojhilata Anatolyayê, Sosyo – aborî û bingeha etnîk) kir pirtûk û di sala 1969’a de weşandin. Di sala 1969’a de, ji ber çapkirina vê pirtûkê ji zanîngehê tê avêtin. Ji ber pirtûk û dîtinên xwe yên li ser kurdan, piştî darbeya 12’ê adara 1971’a li dijî Beşîkçî doz hate wekirin û ew hate girtin. Ji sê salî bêtir di girtîgehê de dimîne. Di sala 1979’a de, ji ber pirtûk û dîtinên xwe, carek din tê girtin. Beşîkçî di navbera salên 1981 – 1987’a de, 6 salan di girtîgehê de dimîne. Piştî ku tê berdan dîsa bi xebatên li ser kurdan mijûl dibê.

Îsmaîl Beşîkçî û kurd

Îsmaîl Beşîkçî bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser kurdan tê nasîn. Bi van nîvîs û lekolînên xwe bandorek mezin li ser tevgera kurdî jî çêkiriye. Ji ber van xebatên xwe bi giştî 16 salan di zîndanê de ma. Hemû li ser hev 100 sal cezayê zîndanê û 10 milyon TL ceza lê hatiye birrîn. Bêşîkçî di sala 1999a de bi guhertina hinek qanûnên tirkan û efûyek giştî serbest hate berdan û niha bêyî ku zêde deng jê bê jina xwe didomînê. Ji 36 pirtûkên wî 32 heb hatine qedexe kirin.

Îsmaîl Beşîkçî sala 2010an ji ber gotarêk li ser kurdan nivîsandiye û bi bihaneya ku li derveyî hiqûqa Tirkiyê ye û propandaya PKKê kiriye, tê dadgehkirin. Meha adara 2010an ji ber wê gotarê 15 mehan tê cezakirin. Rûdaw