Serrûpel Nûçe Dibêje ew rêza malbata Barzanî digire

Dibêje ew rêza malbata Barzanî digire

Belav bike

Şêx Murşid Xeznewî ku niha li welatê Norwecê dijî, ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku îro (25.04.2013) derdora saet 13:00 li ber mala xwe rastî êrişa 4 xortan hatiye.

Şêx Murşid derheqê bûyerê de wiha axivî: “4 xortan êrişî min kirin û serê min şikandin. Wan xortan xwe wek fîdayiyên Barzanî dan nasîn û ji min re gotin te çima ji Hekîm Beşar (serokê El Partî) re gotinên nebaş gotiye?”

Şêx Xeznewî ragihand ku ew hurmeta mala Barzanî digire lê hinek dixwazin bi navê wan de tevliheviyê çêbikin.

Ji aliyekî din, berpirsekî El Partiyê ji Rûdawê re got, ew wan xortan nas nakin û êrişa li dijî şêx Murşid jî şermezar dikin.

Şêx Murşid Xeznewî beriya çend rojan di televîzyona Ronahî de li ser serokê El Partî Hekîm Beşar axifîbû û wiha gotibû: “Hekîm Beşar li Hewlêrê rûniştiye û tenê fitnetiyê dike. Ew xayîn e…” Rûdaw