Serrûpel Nûçe “Em piştgiriya dewleta Kurd a serbixwe nakin“

“Em piştgiriya dewleta Kurd a serbixwe nakin“

Belav bike
Doh (25.04.2013) li Qendîlê di bin serokatiya Mûrad Karayilan de civîna çapemeniyê a derbarê vekişîna dersînorê Tirkiyê a PKKê hate lidarxistin. Piştî civînê Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, danê êvarê bi komek rojnamevanan re hevdîtinek lidarxistiye û pirsên rojnamevanan bersivandine.
Karayilan li ser pirsekê ev daxuyaniya daye: “Ger ku li Kurdistana Federe dewleta Kurd a Serbixwe bê îlankirin em tiştekî nabêjin, lê ji ber ku em li dijî dewleteke netew in, em piştgiriyê nadin. Em dixwazin ku li Rojhilata Navîn, hemû gelên herêmê bi hev re, di nêvengeke demokratîk û wekhev de bi bratî bijîn. Ev jî ancax bi konfederazlîzma demokratîk û federasyonê dikare pêk bê. Ji dewletên netew dîktator derdikevin.”

AVESTA KURD