Serrûpel Nûçe Jan Dost li konferansa wergerê li Abû Dabî ye

Jan Dost li konferansa wergerê li Abû Dabî ye

Belav bike

 

 

Hêjayî gotinê ye ku Jan Dost bi wergerê destpêkiribû û pirtûka wî ya yekem helbestên hilbijartî yên kevn û nû bû ku ji kurdî wergerandibûn erebî û sala 1991an li Şamê ҫap bûbû. Her weha wergera erebî ya Mem û Zînê jî bi gelek ҫapan û li gelek welatan belav kir, û ji farisî jî ferhengek û pirtûkeke dîrokî wergerandin erebî û kurdî. Ji projeya KELIME re jî Dost sê berhem pêşkêş kirin, Mîrname, Adetên kurdan û Labîrenta Cinan ya Hewsenê Metê ku van rojan tê weşandin. Ҫavlirêye ku wergera şiroveya Mela Ebdusselam Nacî Cezerî li ser dîwana Melayê Cizîrî jî di tuyapa Diyarbekirê ya îsal de were weşandin. Li aliyekî din Dost ragihand ku ewî wergera romana Perik (El Rîş) ya Selîm Berekat ber bi dawiyê ve aniye û ew jî dê nêzîk di tuyapa Diyarbekrê de li ber destê xwendevanan be. Jan Dost vê dawiyê xelata „pirtûka rojhilatî“ li ser wergera komek kurteҫîrokên bi kurdî wergirt ku kovara Dimeşq a ser bi Hevbendiya Nivîskarên Sûrî belav dike.