Li meclîsa Tirkiyê diyaloga di navbera Wezîra Polîtikayên Civakî û Malbatî Fatma Şahîn û Parlementerê CHPê yê Dêrsimê Kamer Genç de herkes matmayî hîşt. Kamer Genç bi wezîr Fatma Şahîn re got, “ger ku Ataturk ev komara ava nekiribûya, kî zane tu yê niha hemwelatiyê kîjan dewletê bûyay û te yê karibûya li ser wî meqamî rûniştiyay? Ku hûn ê li ser wî meqamî rûniştina jî kî zane tu yê jina çendemîn nizam a kêjan şêxê kêjan tarîqatê bûyay.”
Wezîr Fatma Şahîn bertek nîşana Kamer Genç da û bi kelegirî got, “tu mirovekî bêhed û bêedebî ku dikarî ji jineke ku wezîra polîtikayên civakî û malbatî ye re bibêjî tu yê jina çendemîn buyay.”
Sedema ku Kamer Genç ji bo Fatma Şahîn ev gotinana kirin jî, çima ku di axaftina wezîr de navê Ataturk derbas nebûye bû.
AVESTA KURD