Serrûpel Nûçe “Sedsala 21.sedsala Kurdan e”

“Sedsala 21.sedsala Kurdan e”

Belav bike

Serokê Kurdistana Federe Mesut Barzanî aniye ziman ku, ji bo kongreyeke netewî îro ji her demê zêdetir şert û mercên guncaw hene.
Barzanî ji 3.Konferansa Ciwanan re peyamek şand û ji ciwanan re got, “her tim bihêvîbin û xurtbin.”
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje ku sedsala 21. wê bibe sedsala Kurdan û têde çû: “Ji bo kongreyeke netewî a ku li çar parçeyên Kurdistanê wê beşdarî çêbibe îro şert û mercên me li her demê guncawtirin. Ez dixwazim ji we re bibêjim ku, hêviya Kurdan a ji bo gavên mezin avêtinê û hêviya bi pêşerojê îro ji her demê xurtir e. Sedsala 21. sedsala Kurdan e. Barê ciwanan her diçe grantir dibe. Pêwiste ciwan, bona ku baştir xizmetê bi welatê xwe re bikin divê xwe hazir bikin.”

AVESTA KURD