Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Huseyîn Çelîk û şandeke ligel kir. Di civînê de peywendiyên navbera herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.
Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Huseyîn Çelîk slavên taybet ên Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gihan din Barzanî û bal kişand ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê yên di warê avakirin û perwerdê de û hêvî kir ku peywendiyên heyî ber bi pêş de herin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî spasiya Serokwezîrê Tirkiyê kir û rolê navendên zanistî, bazirganî û ferhengî yên Tirkiyê di pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bilind nirxand û hêvî kir ku peywendiyên heyî zêdetir ber bi pêş de herin daku aştî li navçeyê cîgirtir bibe. (Bas)