Serrûpel Nûçe “Me bi PKK re bazariya yek dewlet û yek milet kir”

“Me bi PKK re bazariya yek dewlet û yek milet kir”

Belav bike

Wezîrê Ragihandin û Deryadariyê Yildirim Bînalî, li Îzmirê bi endamên Komeleya Nûçegihaniya Aboriyê re hate ba hev û di derbarê pêvajoya çareseriyê de gotinên balkêş kirin.
Wezîr Binalî îfade kir ku, “ji me dipirsin, dibêjin we bi PKKê re çi bazarî kir? Em jî dibêjin ku, rast e me bi PKK re bazariyek kir. Me bi PKK re bazariya yek dewlet, yek milet, yek al û yek welatiyê kir.”
Li gorî nûçeya ji Ajansa Nûçeyan a Dogan Elif Demirci, Wezîr Yildirim Binalî gotiye ku, kesên ku biguman li pêvajoyê dinêrin hene. Ez xizmên şehîdan seh dikim. Berteka wan di cih de ye û hesteke mirovahî ye. Lê pêwiste kesên ku siyasetê dikin bi hestên xwe tevnegerin. Ji bo pêşeroja welatê me pêwiste bi berpirsyarî hereket bikin. Berdêla ku me ji bo “terorê” daye 400 mîlyar dolar e. Me karibû bi 400 mîlyar dolarî 400 heb Pira Bogaziçiyê çêbikira…”

AVESTA KURD