Serrûpel Nûçe Esed artêşeke ku ji dildaran pêk tê ava dike

Esed artêşeke ku ji dildaran pêk tê ava dike

Belav bike

Nûçegîhanê Rojhilata Navîn yê rojnameya Îngiliz yê Independent Robert Fisk, di nûçeya xwe de diyar kiriye ku, rejîma Esed biryar girtiye ku, di bin kontrola artêşa Suriyê de yekîneyên bi navê “Hêzên Parastina Netewî” ava bike. Li gorî ragihandina Fisk , endamên yekîneyên ku li dijî hêzên mixalifan wê şer bikin, ji dildaran wê pêk bên û pirraniya wan wê ji kesên Elewî pêk werin.
Robert Fisk, bi fermandarê Hêzên Parastina Netewî yê ku nexwestiye niha navê xwe eşkere bike re, li bajarê Lazkiye hevdîtin lidarxistiye. Bi vê tê armanckirin ku, herêmên hatine rizkarkirin bi van yekîneyên dildar di destên xwe de bihêlin û xurtir li djî Artêşa Azad a Suriyê şer bikin.
Çekdarên Hêzên Parastina Netewî, him dike li eniyê şer bikin û him jî avahiyên hikumeta Suriyê biparêzin. Ji bo van kesên ku dike şer bikin, çekên wek  kalasnîkof, tiving, moşekên sivik û tivingên ku malê Rusyayê ne wê bêne temîn kirin.
Endamên Hêzên Parastina Netewî her meh wê nêzika 150 dolar mehaniyê bigrin.
Her endamekî dildar yê vê hêzê, dike qasî mehekê perwerdehiya leşkerî bibîne û bi unîformaya xwe a taybet dest bi peywira xwe bike.

AVESTA KURD