Serrûpel Nûçe Li cîhanê mala herî biha: 242 mîlyon $

Li cîhanê mala herî biha: 242 mîlyon $

Belav bike

Li Sîngapurê, li herêma dewlemendan û guzîde, ji bo mala ku tê firotin tam 242 mîlyon dolar tê xwestin. Mala bihatir, li nêzika Baxçeyên Botanîk, li navenda bajêr a danûstendinan cih digre.
Xanûmana ku di nav 8 donim erd de, li ser du qata hatiye avakirin, çi bixwazî têde heye. Ji korta tenîsê bigre heta hewz.
Li kêleka mala bihatir Balyozxaneya Rusya û Japonya jî heye.
Xwediyê ev xanûmana herî biha xwediyê Holdînga Wing Tai Chen Wai Keung e.
Şêwirmendê emlakê yê Sîngapurî Karamjit Singh diyar dike ku, xanîmaneke wiha ancax serî 15-20 salan carê rast tê. Bihayê vê malê li cîhanê bihayê mala herî bilind e yê ku ji bo malekê tê xwestin.
Di raporeke ku sala borî ji aliyê Knight Frank û Private Bank ve hate amadekirin de, ku bi lêkolînkirina 63 herêman rapor derkete holê, di piyasaya emlakê a Asyayê de Sîngapur li dû bajarê Hong-Kong bajarê herî biha ye. 

AVESTA KURD