Ji rêvebirên PKKê Murat Karayilan gotibû ku hevdîtinên Osloyê cemaet eşkere kiriye. Parêzerê Ocalan Îrfan Dundar gotinên Murat Karayilan derewand.
Dundar,di çarçoveya lêpirsîna KCKê de daxuyaniyên balkêş kir. Dundar wiha got: Hevdîtinên ku li Osloyê di navbera rêxistina teror û MÎTê de hatin kirin de qeydên hevdîtinan ji aliyê PKKê ve hatiye parve kirin. Mustafa Karasuyê ku beşdarî havdîtinê bû û ji pêvajoya çareseriyê nerehetiya xwe tim û tim dianî rojevê, ji ber vê yekê qeydên Osloyê parve kir. Mustafa Karasu wezîfeya serokê “Komîteya Elewiyan a Kurdîstanê” dike.
Di Navbera Sabrî Ok Û Ergenekonê De Pêwendî Heye
Parêzerê Ocalan di îfadeyên xwe de derbarê rêxistina Ergenekonê de jî daxuyaniyên ecêb kir. Îrfan Dundar wiha got: Di hevdîtinên Osloyê de li ser navê PKKê Sabrî Ok serokatî kir.Di navbera Sabrî Ok û Ergenekonê de pêwendî heye. Sabrî Ok di sala 2005an de piştî derketina girtîgehê li navçeya Eleşkirt a Agrıyê leşkerî kir.Di vê demê de pêwendiya di navbera Sabrî Ok û îstîxbarata Cendermayê de dest pê kiriye.Ji bêr vê jî di navera Sabrî Ok û Ergenekonê de pêwendî heye (xeberên kurdî)