“Emê roja pênşemê bi aqilmendan re bicivin“
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di civîna koma Partiya xwe de axivî û diyar kir ku lîsteya koma aqilmendan hatiye amadekirin û dê roja pênçşemê bi wan re bicive. Erdogan diyar kir ku dê xebatên “heyetan” bi qasî mehekê bidomin.
Di vê belgeya Muxaberatan de çi heye?
Protokoleke Muxaberata Hêzên Ezmanî ya 3ê çireya paşîna 2011ê girêdayî têkiliyên di nav desthilata sûrî û PYD de
Hikumet hejmara cerdevanan zêdetir dike
AvestaKurd - Di pêvajoya çareseriyê de hikumeta AKPê hejmara cerdevanan zêde dike. Li herêma Serhedê cerdevanên nû çek hilgirtin û
li ser çek û ala Tirkiyê sond xwarin û dest bi peywira xwe kirin.
Îdiayeke balkêş ji bo keça Qedafî
AvestaKurd - Hat îdiakirin ku, keça serokdewletê berê yê Lîbyayê Muammer Qedafî Ayşe Qedafî, ji Tebaxa 2011 an vir ve, li paytexta
Cezayîrê di Qesra Serokatiyê de jiyan dike. Ayşe Qedafî bihêrs bûye û agir berdaye qesrê.
Şahciwanên cîhanê têne DIyarbekirê (FOTO)
AVESTA KURD - Ji 19 welatan 19 jinên delal ji bo pêşbaziyê hatin Amedê. Jinên ku li welatên xwe weke yekemîn hatine hilbijartin dê li Amedê bi kiras û fistan bejn û bala xwe nîşan bidin. Di pêşbaziyê de dê jina herî xweşik dê taca şahciwaniya şaristaniyê bi dest bixe.
“Kengê ku Ocalan mir wê azad bibe“
AvestaKurd - Damezrînerê AKPê û siyasetmedarê resen Kurd Mehmet Mîr Dengîr Firat, hevpeyvînek da ji rojnameya Akşamê Şenay Yildizê.
Dengîr Firat di mijara azadiya Ocalan de gotineke balkêş kir; "Kengê ku Ocalan mir, wê azad bibe."
Ocalan: Min berdin jî ez dernakevim
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş derbarê serbest berdana rêberê PKKê Abdullah Ocalan de axivî. Demîrtaş diyar kir ku Ocalan wiha gotiye: "Mesele ne azadiya min e. Ger dewlet ji min re bêje, vê hefteyê yan vê mehê tû wê serbest bêyî berdan jî ji vir dernakevim."
“Min navê xwe di lîsteya mirinê de dît”
AvestaKurd - Lîstikvana sînemayê Fusun Demîrel, cara pêşiyê anî ziman ku, navê wê di lîsteya mirinê de cih girtiye. Dibêje, "di lîsteya mirinê de navê hemû lîstikvanên ku di fîlma Mem û Zênê de lîstin hebû."
“Talabanî dipeyive, dixwîne û sporê dike“
AvestaKurd - Bijîşkê Serokomarê Iraqê Celal Talabanî yê taybet Necmeddîn Kerîm, di derheqê rewşa dawî a Talabanî de bi daxuyaniyeke nivîskî gotiye ku, "Talabanî êdî dikare bipeyive, bixwîne û spora xwe bike."
Daily Star: Kurd bi AA’yê re tevdigerin
AvestaKurd - Rojnameya Daily Star, îdia kir ku, komên çekdar yên Kurd yên YPG'ê, li Suriyê bi Artêşa Azad a Suriyê (AA) re dest bi tevgerê kirine. Rojname nûçeya xwe dispêre aktîvîst Mihemmed Seîd.