Serrûpel Berhemên Nû Kurd û Kurdistan di dîroka rojnamegeriya swêdî de

Kurd û Kurdistan di dîroka rojnamegeriya swêdî de

Belav bike

Di rojnameya dewleta Swêdê de a bi navê “Post-och inkires tidningar”, ku heta salên dawiyê wek rojnameyeke dewletê a fermî derketiye û di sala 1760 an de dest bi weşanê kiriye, di gellek rûpelên rojnameyê de behsa Kurd û Kurdistan jî derbas dibe.
Dîrokzan û lêkolînerê Kurd Rohat Alakom, di vê mijarê de xebateke bêhempa kiriye û rastiyeke gelê Kurd a veşartî derxistiye holê. Alakom vê wiha îfade dike: “Dema em rûpelên wê diqulibînin em dibînin ko bi dirêjahiya sedsalan gelek nûçe di derbarê Kurdistanê de di nav rûpelên wê de hatine weşandin. Komek ji van nûçeyan jî wek em ê li jêr bibînin li ser Mîrê Rewandizê (1784–1837) hatine belav kirin.”
Di encama lêkolîna Alakom de kişf bûye ku cara yekê, di sala 1784 an de peyna Kurdistan (Curdistan) di rojnameya Swêdî de derbas bûye. Ew nûçe wiha derbas dibe: “Di nivîsê de tê gotin ko Qeysera (Çarîçe) Rûsyayê Qaterina II xwestiye ko şêniyê Kurdistan, Ermenîstan, Çerkezya, Mergelya û Gurcistanê teşvîk bike wekî ew bên li Qirimê cîwar bibin û aboriya xwe, deba xwe li wir bikin.”
Li gorî lêkolîna Alakom, di sala 1785 an de di derbarê Kurdan de nûçeyeke din derdikeve. Ew nûçeya jî wiha ye: “Li Helebê aramî dîsa pêk hatiye û paşayê li wir zora komeke mezin a kurdan biriye”. Alakom vê nûçeyê wiha şîrove dike: “Bi saya vê nûçeyê em ji hebûna kurdên Helebê û tekoşîna wan a sîyasî ya sedsala 18an agahdar dibin.”
Di cihekî lêkolîna xwe de jî Alakom cih dide bextreşiyeke ku paşayê zilimkar yê Osmanî Reşîd Paşa aniye serê 300 Kurda dike. 300 Kurd tên sirgunkirin û bi keştiyekê bi rêya behrê dixwazin bişînine Stenbolê lê, keştî li Behra Reş serûbin dibe û 300 Kurd dixeniqin. Alakom dinivîse: “Ew kî bûn, navên wan çi bûn? Heta niha jî kes pê nizane.”
Rojnameya Swêdî bi îfadeyên Rohat Alakom wiha qala Mîrê Rewandizê dike: “Mîrê Rewandizê (1784-1837) yek ji wan kesan e ko ko cara pêşîn di nîvê yekem ê sedsala 19an de dest bi şerê rizgariyê kiriye. Wî, berî serhildana Bedirxan Paşa serî hildaye… Yek ji wan nûçeyên pêşîn dîyar dike ko Mîrê Rewandizê kesekî bêtirs û partîzanekî bi tehlûke bûye. Xweyê gelek îmkanan e. Reşîd Paşa xwestiye di demeke wisa de zora kurdan bibe ko di wan salan de Osmaniyan xwe ji bo şerekî mezin, şerê li dijî Misirê amade dikirin. Rojname dinivîse ko osmanî vî şerî gelek giring dibînin.[5] Di hejmareke din de tê gotin ko Reşîd Paşa bi alîkariya waliyê Bexda û Mûsilê li hemberî Mîrê Rewandizê seferek dest pê kiriye. Li vir tê gotin ko ev erdê Kurdistanê erdekî bi çîyayî ye, rêyên wê di rewşeke nebaş de ne, ji bo birin û anîna yekiniyên leşkerî û topan mirov gelek zehmetî û dijwariyan dikşîne. Paşê tê gotin ko tevî vê dîsa jî Reşîd Paşa bi serketiye û qasî pêncî navend li herêmê xistine bin destê xwe. Rojname dinivîse ko di dawiya vê seferê de Mîrê Rewandizê ko ev herêma kontrol dikir wek dîl (esîr) hatiye girtin û gelek îsyankar jî hatine kuştin. Angorî rojnameyê, wisa xuya dibe ko êdî dawî li vê serhildana Kurdistanê hatiye.”
Bi kurtasî; Mîrê Rewandizê tê girtin û wî dibine Stenbolê. Mal û milkê wî jî tê talankirin. Mîrê Rewandizê ji aliyê padîşahê Osmanî ve piştî demekê tê efû kirin û wî dişînine Kurditanê. Tê gotin ku ritbe jî didine Mîr û êdî ew ji xwe re dibêje, “Paşayê Rewandizê.” Mîr her çiqas bi ya dewleta Osmanî dike û naxwaze ku Kurd serî hildin jî, di sala 1837 an de ji aliyê dewletê ve tê kuştin. 

AVESTA KURD