Serrûpel Berhemên Nû Ji weşanên AR 2 berhemên nû

Ji weşanên AR 2 berhemên nû

Belav bike



Di pirtûka birêz ALTÛN de, bi giranî helbestên evînî cih digirin. Lê ew dibêje ku; mirov tenê nabe evîndarê mirovan… Her helwestek, her seknek dikare bibe evîneke… Min jî xwest evînên di dilê xwe de bi xwendevanan re parve bikim…

Em jî wer hêvî dikin ku; helbestên xwestî di xwe  de hesret û evîna Zînê bihewîne, bibe çare û melhema dilê evîndaran… Û birêz ALTÛN jî bi berhemên xwe yên nû û têgihîştî valahiya di qada nivîskarên jin de piçek dagire…

 

 

PÊNÛSÊN CIWAN Û KOVARA ZANÎNGEHÊ…

Kovara ku nivîskarên wê ji xwendekarên zanîngehan û ji nivîskarên ciwan pêk tê, di nava Weşanên Arê de dest bi weşana xwe kir. Ev kovara ku ji  her cure  nivîsên nivîkarên ciwan pêk tê, dê di du mehan de carê bê weşandin.

Çawa ku her jîndar li ser rehê xwe aj dide û zêde dibe, divê nivîskar jî xwe ji ayendeya xwe qût neke… Ayendeya nivîskaran jî ciwan in… Bi armanca ku di qada nivîskariyê de ciwan jî cihên xwe bigirin û bi berhem û nivîsên xwe yên nû û nûjen tevlî refan bibin hewceyî bi qadên nivîsandinê heye… Kovara Zanîngehê jî bi vê armancê dest bi weşana xwe kir… Dê bi nivîs û piştgiriya ciwanan jî bijî û geş bibe.

Kovara Zanîngehê li benda nivîsên we ciwanan e….