Di hevdîtinê de, Barzanî rol û helwesta Beşikçî bilind nirxand û diyar kir ku xebat û xizmeta wî ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd xizmeteke mezin e û hêjayî qedirdayînê ye.
Nêçîrvan Barzanî her wiha kêfxweşiya xwe bi rakirina qedexeya ji ser Bêşikçî anî ziman û got ku ew zêdetir kêfxweşe ku ew serdana xwe ya yekemîn bi Kurdistanê dest pê dike
Barzanî spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ku Bêşikçî vexwendî Kurdistanê kir.
Serokwezîr got ewê li ser navê Îsmaîl Beşikçî Navendeke kulturî li Hewlêrê ava bikin, her wiha ewê hemû pirtûk û berhemên wî ji nû ve bi çapeke modern bi kurdî û tirkî bidin çapkirin.
Ji aliyê xwe ve Bêşikçî kêfxweiya xwe bi hevdîtina ligel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî anî ziman.