Serrûpel Nûçe Esed hevser û zarokên xwe şandine Îranê

Esed hevser û zarokên xwe şandine Îranê

Belav bike

Rojnameya bi navê Tirkiye a ku li Tirkiyê weşanê dike, îdia kir ku Serokdewletê Suriyê Beşar Esed, li hemberî îhtimaleke mezin a li dijî Suriyê operasyoneke leşkerî a navneteweyî, hevsera xwe Esma Esed, ku ducaniyê 6 mehan e, û 3 zarokên xwe bi noqaveke Rusya bi dizî revandine Îranê.
Xwediyê nûçeyê Osman Sagirli, xwe dispêre çavkaniyên îstixbarata navneteweyî û diyar dike ku, Esma Esed, ligel 6 parêzvan û 2 law û keçeka xwe ji keştîgeha Tartusê bi noqaveke Rusya reviyane Îranê.
Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku, armanca Esma Esed ew e ku, ji Îranê biçe Brîtanya.

AVESTA KURD