Serrûpel Nûçe Ocalan û Karayilan ji Talabanî re name şandin

Ocalan û Karayilan ji Talabanî re name şandin

Belav bike

Li gorî nûçeya ku di ajansa Kurdpress de cih girtiye, ku Kurdpress nûçeya xwe dispêrê malpera ku li Sileymaniyê weşanê dike a nûçeyan SNNê, nivîskarê Kurd Mihemmed Emîn Pencevînî, bi hevsera Serokomarê Iraqê Celal Talabanî Hero Îbrahîm Ehmed re hevdîtinek lidarxistiye. Pencevînî du nameyên ku yek ji aliyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û yek jî ji aliyê Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan ve hatine şandin radestî hevsera Talabanî Hero Îbrahîm Ehmed kiriye.
Percevînî agahî daye rojnamevanan û diyar kiriye ku, Ocalan di nameya xwe de pesna Mam Celal daye, ji ber ku di salên 1990 û 1991 an de piştgirî daye aştiya ku bi Serokomarê Tirkiyê yê berê Turgut Ozal re hatibû destpêkirin.
Mûrad Karayilan jî di nameya xwe de anîye ziman ku, ew dixwazin ku rojekê pêş de Celal Talabanî rabe ser xwe û careke din rista xwe a komên Kurd anîne ba hev bilîze.
Hero Îbrahîm Ehmed, di rojên pêş de wê biçe Almanya û nameyan bide Mam Celal.

AVESTA KURD