Serrûpel Nûçe “Heta Ocalan azad nebe aştî pêk nayê“

“Heta Ocalan azad nebe aştî pêk nayê“

Belav bike
Karayilan ligel televîzyona Newroz ku ji Swêdê weşanê dike û bi nêzîkbûna xwe ya PKK tê naskirin, li ser pêvajoya aştiyê axifî û got aştî bi azadkirina Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din pêk tê.

Karayilan diyar kir çekdanîn çênabe heta ku Ocalan azad nebe.

Li aliyê din serrawêjkarê serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan got Karayilan pêvajo fêm nekiriye û ew zêde diaxife.

Di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Tirkî Akdogan got heta ku çek neyên danîn rewş wê normal nebe.

AVESTA KURD