Serrûpel Nûçe Li mala Serokwezîr

Li mala Serokwezîr

Belav bike

 

Hewlêr, katjimêr 9.00.

Studyoya Rûdawê.

Dawî li hevpeyvîna ligel mamosta Îsmaîl Beşikçi tînim.

Beşikçi, bersiva hemû pirsên ku min jê pirsîn dide.

Ji bo min tiştê balkêş ew bû ku tevî Madelya Barzanî, ku serok Mesûd Barzanî, ji ber xebat, dostanî û keda ku ji bo kurdan daye, pêşkêşî wî kiribû, derdikeve pêşberî kamerayan.

Dema ku ji studyo derdikeve, dibeşişe û dibêje „hevdîtineke min ya girîng heye, ezê serokwezîr bibînim…“

 

„Emê li wir hev bibînin“ dibêjim û em mamsota rêwî dikin.

 

Hevdîtina ligel serokwezîr saat 12.00 ye.

Seet dibe 11.30.

Li gora ku me duh li hev kiribû, diçim ofîsa sekreterê rojnamevanî yê serokwezîr, kak Samî Ergoşî.

 

Ew bi germî pêşwaziya min dike. Li bîroya wî çayeke germ ya ku bêhna hêl jê dihat vedixum.

 

15 xulek derbas dibin em ji ofîsê derdikevin û ber bi mala serokwezîr ve bi rê dikevin.

 

Em bi mamosta Beşikçi re digihên ber derî.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, berî ku em bigihên li derve li ber deriyê pêşwazîkirinê bû.

 

Ligel mamsota Beşikçi, hejmareke berbiçav ya nivîskar û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê jî hebû.

 

Pêşwazîkirina serokwezîr ya ji bo mêvanan kurdewarî bû. Pir germ, bi rûyekî li ken „Hûn bi xêr hatin, hûn li ser çavan hatin…“ yek bi yek bi destê mêvanan girt û bixêrhatina wan kir.

 

Beşikçi, di çavên wî de mirov kêfxweşiyeke ku nayê wesifkirin didît. Weke ku ji çavên xwe bawer nedikir, hinek caran çavên xwe dixistin çavên serokwezîr, hinek caran jî li derdora xwe dinêrî, li koçka mêvanan ku lê hatibû pêşwazîkriin, temaşe dikir.

 

Ew li kêleka serokwezîrekî bû.  Neviyê Mistefa Barzanî, ku Beşikçi hîn di ciwaniya xwe de, heyranekî xebat, têkoşîn û rêveçûna wî bû.

 

Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina wî dike, ew çend gotinan bi tirkî jî dibêje, „Ji ber çûn û hatina zêde êdî hinkî fêrî tirkî jî bûme… buyurun… hoş geldiniz…“ bi tirkî dibêje, Beşikçi sivik dikene.

 

„… Tu bi xêr hatî mala xwe, ev der mala te ye. Duh li Bexdayê bûm, îsrar kirin ku bi şev li wir bimînim, lê min got Îsmaîl Beşikî hatiye, divê biçim wî bibînim. Ji bo dîtina te ez bi lez hatim… dîtina kesekî weke te gelekî girîng e. Te ewqas zehmetî kişand, bi zêdetirî 17 salan ketî zindanê, zêdetirî 100 salî hatî mehkûmkirin, bi zêdetirî 5 mîlyon dolar hatî cezakirin, min texmîn dikir wê tu pîrtir bî, lê tu ciwan mayî…“



 

Dema ku Beşikçi ew gotin bihîstin sivik keniya û got, „Spas ji bo cenabê te serokwezîrê hêja, spas ji bo we ku hûn bûne sebeba pêşketinên li başûrê Kurdistanê çêdibin… tiştên ku min li vir dîtin ez gelekî kêfxweş kirim“ û dûr û dirêj li ser pirsa Kurd û pêwendiyên di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de diaxive.

 

Suhbeteke germ di navbera Beşikçi û Serokwezîr de derbas dibe.

 

Beşikçi li ser girîngiya rola Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina pirsa kurd de li bakurê Kurdistanê diaxive û jê daxwaz dike ku berdewam be û ji bîr neke ku kurd li bakurê Kurdistanê rola Barzanî di pêvajoya aştiyê de gelekî bilind dinirxînin.

 

Madem mesele hate ser siyasetê, Nêçîrvan Barzanî hinek bîranînên xwe ligel rayedarên Tirk tîne ziman.

 

“Pêwendiyên me ligel Tirkiyê nû dest pê dikirin, ez li Enqerê bûm. Serokwezîr ji min re got, tu çawa ji xwe re dibêjî serokwezîr? Nikaribûn, yan jî nedixwestin qebûl bikin. Min got ji ber ku ez serokwezîr im.  Hûn min çawa bi nav dikin, çawa dibînin ew karê we ye, lê ez serokwezîrê hikûmetekê me, gelê min min serokwezîr dibîne… Destpêkê zimanê wan nedigeriya bibêjin Kurdistan. Ez li Swêdê bûm, keçeke Kurd ev serpêhatiya xwe ji min re got, navê wê li ser pasportê Kurdistan bû, di sînorê Îbrahîm Xelîl re dixwaze derbasî Kurdistanê bibe, polîsê Tirk jê dipirse navê te çi ye?, keç dibêje li ser pasportê nivîsandiye, polîs dibêje dixwazim ji te bibihîsim, keçik fêm dike mesele çi ye, ji ber vê yekê dubare dike, li ser pasportê nivîsaniye, tu bixwînî wê tu bizanibî navê min çi ye, dema ku polîs îsrar dike, keçik dibêje navê min Kuzey Iraq e (Bakurê Iraqê)…“


 

Atmosfêr bi kenekî hêdî tê guhertin.

 

„Ji Kurdistanê re digotin bakurê Iraqê, piştre gotin îdareya bakurê Iraqê, piştre gotin, îdareya kurdî li bakurê Iraqê, niha dibêjin îdareya kurdî. Bi demê re Tirk fêr bûn bêjin Kurdistan, serokwezîrê Tirkiyê êdî dibêje Kurdistan. Realîte dîtin û li dawiyê rastiya me qebûl kirin û gotin Kurdistan…“

 

Gotin tê ser pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, Nêçîrvan Barzanî dibêje bi Tirkiyê re di asteke bilind de, di warê aborî, kulturî, dîplomatî, perwerdeyî û bazirganî de pêwendî birêve diçin… Tirkiye ji bo me cîranekî girîng e, em girîngiyeke mezin didin wan pêwendiya…“

 

Li ser çareserkirina pirsa kurd li bakurê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa serdaneke xwe ya Enqerê û hevdîtina ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayip Erdoǧan dike: „Min got, dema ku hûn ji bo pirsa kurd dibêjin pirsa terorê, hûn her kurdekî li dinyayê birîndar dikin. Pirsa kurd li Tirkiyê ne pirsa terorê ye, ew pirsa miletekî ye, pirsa neteweyekî ye, û pirs divê bi diyalogê, aştiyane û bi metodên demokrtîk were çareserkirin, her du alî jî divê bigihên wê baweriyê ku şer pirsa kurd çareser nake…“

 

Barzanî dibêje „Tirkiyê gavên baş avêtin, vekirina televîzyona TRT 6, û axavtina bi zimanê kurdî, tiştên baş in, lê em wan weke minetekê nabînin, ev mafên normal in û têr nakin, gavên başindibêjim, divê em hemû bibin alîkar ku ew gavavêtin berdewam bikin…“

 

Îsmaîl Beşikçi, dema ku wan gotinên Nêçîrvan Barzanî dibihîse, dibêje ew di wê baweriyê de ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê di xema gelê kurd de ye û xizmeta ku ew dikin di berjewendiya netewa kurd de ye.

 

Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî, berî ku rabe û berê me bide xwaringehê, dibêje ewê ji bo xizmetên Îsmaîl Beşikçi, navendeke kulturî li Hewlêrê li ser navê wî bide avakirin û hemû berhem û pirtûkên wî ji nû ve bi çapeke ciwan û bi kalîteke bilind bi zimanê kurdî û tirkî bide çapkirin.

 

Beşikçi, bi çavên tijî hêstir, bi kêfxweşî spas dike.

Gotin: Xwarin amade ye.

 

Li ser maseyeke dirêj xwarin hatibû amadekirin.

 

Hema hema ji metbexa hemû miletan xwarin hebû, ji kerengan bigire heta bi garnel û gelek cure xwarinên ji metbexa kurdî, erebî, tirkî, asyayî û ewropî.

 

Nêçîrvan Barzanî li hember Beşikçi rûniştibû û xwarin îkram dikir, „Ev kereng e, mamosta, bixwî poşman nabî...“ Berê xwe dide me û dibêje, pêwîst nake îkram bikim, mala we ye, hêvî dikim xwarin bi dilê we be…“

 

Ez û birêveberê Rûdawê kek Ako em li kêleka hev rûniştibûn, ne min zêde xwar, ne jî wî, em ji qelewbûnê ditirsiyan.

 

Piştî xwarinê serokwezîr Îsmaîl Beşikçi û şanda ligel rêwî kir, heta deriyê otomobîlê pêre çû. Weke ku di rûyê Beşikçi de diyar bû, ew gelekî kêfxweş vegeriya Tirkiyê, hem jî bi madelya Barzanî.

 

Di dema vexwarina çay û qehweyê de, Nêçîrvan Barzanî ji me re hinekî behsa serdana xwe ya Bexdayê kir, li ser hinnek tiştên taybet axivî, berê xwe da me û got ew ne ji bo nivîsandinê ne.  

 

Suhbeteke xweş derbas dibe.

 

Serokwezîr çend pêkenokan dibêje, her kes dikene, wan pêkenokan li vir binivisînim hûnê jî têr bikenin, lê pêwîst nake.

 

Katjimêr dibe 15.00.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî xatirê xwe dixwaze, demeke xweş ji me re hêvî dike, û diçe.

 

Bi kek Samî re diçim ofîsa wî, computera xwe radikim xatirê xwe dixwazim û diçim, bi kek Ako Mihemed û Rêbwar Kerîm Welî re em berê xwe didin Rûdawê.