Serrûpel Nûçe “Em dikarin bi PKK re li ser maseyê rûnin”

“Em dikarin bi PKK re li ser maseyê rûnin”

Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, hevpeyvînek da rojnameya Kuveytê El Ray. Gul, di beşeke hevpeyvîna xwe de diyar dike ku, ger PKK xwe dûra şîdetê bigre û çekan berde, ew ê karibin bi PKKê re ji bo lihevkirinê li ser masê rûnin. Gul wiha gotiye: “PKK, hemû Kurdên li Tirkiyê temsîl nake, beşeke Kurdan temsîl dike. Em dixwazin ku li welatê me aştî û îstikrar pêk were. Ku kengê wana çekan berdin û dûra ‘terorê’ bisekinin em ê bi wan re rûnin û bipeyivin, çimkî li cihê ku çek hebe aştî çênabe.”
Ji Abdullah Gul pirsîne, “Tirkiye her tim îdia dike ku li Tirkiyê pirsgirêka Kurd tine û şerê bi serhildêrên Kurdan re her tim bi terorê re têkoşîn hesibandiye. Piştî ku Ocalan bang li PKK kir ku çekan berdin, ev rewşa dikare biguhere? Serhildêrên Kurd yên ku doh dijminên we bûn îro dibe ku bibine dostên we?” 
Serokomar Gul wiha ev pirsa bersivandiye: “Berê jî me îfade kiribî ku li Tirkiyê pirsgirêka Kurd heye. Di vir de pêwiste em, mafe xwe xwestin û çalakiyên terorê ji hev veqetînin. Em her tim li dijî terorê ne. PKK, hemû Kurdên li Tirkiyê temsîl nake, beşeke Kurdan temsîl dike. Em dixwazin ku li welatê me aştî û îstikrar pêk were. Ku kengê wana çekan berdin û dûra ‘terorê’ bisekinin em ê bi wan re rûnin û bipeyivin, çimkî li cihê ku çek hebe aştî çênabe. Berê di mijarên wek mafên mirova û demokrasiyê de hin pirsgirêkên me hebûn lê me ev pirsgirêkana çareser kirin. Êdî li welêt bona ku aştî û aramî pêk neyê ti asteng nemane.”

AVESTA KURD