Serrûpel Nûçe Barzanî şikefta Şanederê vekir

Barzanî şikefta Şanederê vekir

Belav bike

Di maeasimê de ku, Mesrûr Barzanî serokê konseya ewlekariya netewî, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, konsulus û diplomatkarên biyanî yên li herêma Kurdistanê û pisporên warê şûnewaran amade bûn, peyva komeleya dostaniya Kurdistan-Brîtaniya û peyva waliyê Hewlêrê hatin pêşkeşê kirin ku, tê de behsa girigniya sikefta dîrokî a Şaneder kir û tekîd li ser parastina şûnewarên Kurdistanê kir.

Di merasimê de, Ebdulrehman Bêlaf Berzincî endamê komeleya dostaniya Kurdistan-Brîtaniya xelatek ku, wêneyekê dîrokiyê şikefta Şaneder bû, pêşkeşî serokê Kurdistanê kir.

Di dawiya merasimê de,  serok Barzanî şikeftina Şaneder bi rûyê tûrîst û pisporên xweyî û biyanê vekir û geriyanek di nav şikefa Şaneder de kir.