Serrûpel Nûçe “Em amadene ku artêşa Suriyê perwerde bikin“

“Em amadene ku artêşa Suriyê perwerde bikin“

Belav bike

Li Rojhilata Navîn rûdanên ku di nav 2 rojan de qewimîn, herêmê ber bi şerekî mezin ve dibe. Piştî ku artêşa Îsraîl Şam bombebarand, daxuyaniyeke grîng ji Îranê hat.
Fermandarê Hêzên Bejahî yê Îranê Tuxgeneral Ahmed Riza Purdestan daxuyand ku, Îran amade ye ku artêşa Suriyê perwerde bike û piştgiriya xwe ji bo Suriyê nîşan bide. Purdestan wiha gotiye: “Artêşeke Suriyê a ku dikare xwe biparêze heye û pêdiviya Suriyê bi alîkariya dewletên din tine ye. Dîsa jî em Îran, ji Suriyê re  wek dewleteke dost û misilman dibêjin ku em li cem Suriyê cihê xwe digrin. Ger ku di warê artêş perwerdekirinê de hewcehiyeke artêşa Suriyê hebe, em amadene ku piştgiriya artêşa Suriyê bikin û wana perwerde bikin.”
Wezîrê Parastinê yê Îranê Ahmed Vahîdî jî êrîşa Îsraîl a li dijî Şamê rexne kir û got: “Bi êrîşa Îsraîl a li dijî Suriyê, eşkere bû ku, terorîstên peredar û yên paramilîter ku li Suriyê şer dikin û yên ku vana destek dike rejîma Îsraîl a siyonîst bi hev re ne û bi vê, pêwendiya wan deşîfre bû.”
Di êrîşa Îsraîl de, ji aliyê televizyona fermî a Suriyê ve hate diyarkirin ku cebirxaneyên artêşa Suriyê hatine bombebarandin û gellek kesên ku jiyana xwe wenda kirine û brîndar in hene.  

AVESTA KURD